Çile 10, 2022 15:48 Asia/Tehran
  • Nivîsîna li ser dîwaran, berteka jinên nerazî dijî Koma Talibanê

Hevdem di gel zêdebûna nerazîtiyên jinên Efxanistanê derbarê binpêkirina mafên wan ji aliyê koma Talibanê va, vê carê hejmareke jinan ji gel xwestiye ku daxwazên xwe li ser dîwaran binivîsin.

Li gorî rapora Dengê Efxan (AWA), Ev jin di tarîtiya şevê da xwestekên xwe li ser dîwarên bajarê Kabulê dinivîsin û ji gel dixwazin ku dengê nerazîtiya xwe bi her riya pêkan bilind bikin.

Li gorî gotina wan, welatî dikarin bi reng, spreî, qelem an her tiştekî din daxwazên xwe li ser dîwarên bajar û navçeyan binivîsin.

Jinên Efxanistanê daxwaza bidestxistina mafê perwerdehî û xebitîna keç û jinan li welatê xwe dikin.

 

Serepeyv