Di teqîna li ofîsa hikûmeta Çînê de 9 kes mirin
Çile 08, 2022 18:03 Asia/Tehran
Li Çînê di nava ofîseke hikûmetê de teqînek pêk hat ku di encamê de herî kêm 9 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya Klûba Nûçegihanên Ciwan ên Îranê, teqîn êvara Înê li 1700 kîlometriya rojavayê Şanghayê rû da û dibe ku ji ber derketina gazê ya li salona xwaringehê ya ofîsê bibe.
Di encama teqînê de avahiya ofîsê hilweşiya û 27 kes di hundir de asê man, 20 ji wan heta saet 20.00’an ji bin kavilan hatin derxistin, 9 ji wan mirin.