Çile 08, 2022 11:44 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Qazaxistanê 'fermana gulleberdanê' ber bi xwepêşanderan da

Serokkomarê Kazaxistanê Qasim Tokayev ji bo tepisandina çalakiyên li vî welatî ferman da hêzên ewlehiyê “bêyî ku çalakvan werin hişyarkirin, gullan li wan bireşînin”.

Li gorî ajansa nûçeyan a AkiPressa Qirgizistanê, Serokkomarê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayev ji bo bidawîkirina çalakiyên li welêt fermana gullereşandina li neraziyan da.  Tokayev li ser televîzyonê daxuyaniyek da û got: "Min ferman da ku bêyî hişyarî bê dayîn, ber bi wan gullan bireşînin."

Serokkomarê Qazaxistanê îdia kir ku "terorîst hîn jî xisarê didin mal û milkan û li dijî welatiyan çekê bi kar tînin.”

Her wiha yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê bi navê "bicihkirina pergalê" li Qazaxistanê hatin bicihkirin.

Li vî welatî krîzeke giran diqewime. Di 5 rojên dawîn de şerekî giran rû dide. Zêdekirina buhayê gazê ji aliyê hikûmeta Qazaxistanê bû sedem ku çalakiyên protestoyî dest pê bikin û serokkomar hikumetê ev biryara hikûmetê betal kir, lê dîsa protesto û xwepêşandan bi dawî nebûn, loma wî ji hevalbenda xwe Rûsyayê alîkarî xwest. Moskowê jî ser navê parastina aramiyê li Qazaxistanê gelek hêzên xwe şandine vî welatî.

Di çalakiyên protestoyê de herî kêm 26 kes hatin kuştin. Li gorî bîlançoya dawîn bi dehan kes hatine kuştin û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûne. Li gorî Wezareta Karên Hundir 18 kes hatine kuştin û 748 kes jî birîndar bûne. Her wiha zêde ji 3 hezar kes jî destgîr kirine.

Tevî ku zêdebûna buhayê gazê bû sedem ku çalakî dest pê bikin, lê serokkomar Tokayev îdia dike ku “çeteyên terorîst çeteyên navneteweyî ne” û li derveyî welat perwerde dîtine.

Serepeyv