Çile 07, 2022 14:09 Asia/Tehran
  • Zêdebûna 28% bihayê xwarekê li cîhanê

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand ku bihaya xurekê li cîhanê ji sedî 28 zêde bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIBê, FAO`yê derbarê zêdebûna %28`ê nirxê xurekê li cîhanê agahî da û da zanîn ku ev bilindbûna buhayê ji sala 2011`an û vir ve mezintirîn zêdebûn e.

Li gorî FAO, her çend bihayên xwarinê di Kanûna 2021-an de hinekî daket, lê wan li gorî çar mehên berî wê zêdebûnê nîşan dide.

Sedema bilindbûna nirxê xwarinê, zêdebûna enflasyonê ya li cîhanê piştî belavbûna vîrusa Koronayê ye.

Vê zêdebûna bihayê xwarekê zextek zêde xistiye ser welatên xizan ên ku xwarekê ji derve dikirin.

Serepeyv