Çile 06, 2022 11:55 Asia/Tehran
  • Bi dehan kes di xwenîşandanên Qezaqistanê da hatin kuştin

Bi dehan kes di nerazîtiyên çend rojên dawiyê li Qezaqistanê hatin kuştin.

Li gorî rapora France Pressê, Polîsê Qezaqistanê roja Pêncşemiyê (îro) ragihand, ji ber pevçûnên navbera neraziyan û hêzên polîs, bi dehan kes ji du aliyan hatine kuştin.

Li gorî rapora Wezareta Tendurustiyê ya Qezaqistanê, zêdetirî hezar kesî jî li navçeyên cûr bi cûr ên vî welatî birîndar bûn ku derdora 400 kesî li nexweşxaneyê hatin razandin.

Halê 62 kesan xedar hatiye ragihandin.

Xwenîşandan li Qezaqistanê ji roja Yekşemiyê va û piştî ragihandina biryara dewletê ya zêdekirina bihayê gaza şilkî ya erebeyan ji 60 bo 120 tingeyî dest pê bûye.

Her 436 tingeyên Qezaqistanê beranberî dolarekê ye.

Ji bilî Nûr Siltana paytexta Qezaqistanê û Almatîyê ku bajarê herî mezin ê vî welatî ye, pevçûn li gelek bajarên din ên vî welatî qewimîne.

 

Serepeyv