Çile 05, 2022 20:00 Asia/Tehran
  • Nearamî li Qezaqistanê gurrtir bûn

Neraziyên dijî zêdebûna bihayê gaza şilkî li Qezaqistanê tevî êrîşa hêzên ewlehiyê, derbasî nav avahiya şaredariya Almatiyê bûn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Almatî bajarê herî mezin ê Qezaqistanê roja Çarşemiyê şehedê pevçûna navbera polîs û dijberên zêdekirina bihayê gaza şilkî ya erebeyan bû.

 

Hêzên ewlehiyê di riya meşa xwenîşanderan li Almatiyê, gaza rondikrêj û narincokên biddeng avêtin. Polîs her wiha şoker ji bo belavkirina xwenîşanderan bi kar anî.

Neraziyan agir bi erebeyên polîs xistiye.

 

Li gorî hin raporan nerazî derbasî avahiya şaredariyê bûne.

 

Xwenîşandan ji roja Yekşemiyê va û piştî ragihandina biryara dewletê ji bo zêdekirina bihayê gaza şilkî ya erebeyan ji 60 bo 120 tingeyî (pereyê Qezaqistanê) dest pê kir.

 

Xwenîşandan ji bajarên Cana Ozen û Aq Tawê dest pê bû û gihîşte bajarên din ji wan Almatî û du bajarên Aktao û Jana Ozînê.

 

Xwenîşandan aniha gihîşte bajarê Nûr Siltanê ku paytexta vî welatî ye.

 

 

Serepeyv