Serokwezîrê Sûdanê îstifa kir
Serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemdûk ku vê dawiyê bi derbeyeke leşkerî ji wezîfeyê hat dûrxistin, di civîneke çapemeniyê de îstifakirina xwe ragihand.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, li dû gurrbûna xwenîşandanên çalakvanên demokrasîxwaz li dijî destwerdana leşkerî ya artêşa Sûdanê di karûbarên siyasî de ku bi serkutkirina xwenîşandanan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên vî welatî ve hevrê bû, Ebdulah Hemdûk, serokê konseya Veguhêz a Sûdanê. îstifa kir.
Hemdûk di rewşekê de ji serokwezîrtiyê îstifa kir ku di 25ê Cotmehê de artêşê hikûmeta veguhêz ya wî hilweşandibû, di nav tometbarî û nakokiyên di navbera siyasetmedar û artêşê de rewşa awarte ragihandibû.
Sedema îstifakirina Hemdûk hêj nehatiye diyarkirin, lê di van rojên dawî de Xartûm (paytexta Sûdanê) bûye qada xwepêşandanên berfireh ên gelê vî welatî.
Hemdûk pirgirêka sereke ya Sûdanê rageşiya di navbera pêkhateyên siyasî û leşkerî de bi nav kir.