Biden qanûna budceya serbazî ya Amerîkayê îmze kir
Serokê Amerîkayê Joe Biden budceya leşkerî ya salane ya wî welatît ku 770 mîlyar dolar e îmza kir.
Ji budceya leşkerî ya salane ya Amerîkayê, 177 milyon dolar jî bo HSDê û 354 milyon dolar weke alîkarî bo Hêzên Pêşmerge û yên Iraqê hatiye terxankirin.
Li gor qanûna budceya serbazî ya Amerîkayê, muçeyên hêzên çekdar ên Amrîkayê di sala 2022an de hatiye zêdekirin.
Di destpêka vê mehê de, Kongrêsa Amerîkayê bi 363 dengên Erê li beramber 70 dengên Na, projeyasaya budceya berevaniya niştimanî ya welat pesend kiribû.
Sala bihorî Amerîakyê 550 milyon dolar bo Iraqê û 200 milyon dolar bo Sûriyê dabîn kiribû, di nava wê yasayê de 257 milyon dolar bo Hêzên Pêşmerge û 5 milyon dolar jî jibo kirîna 5 firokeyên bê firokevan ên Puma hatibû terxankirin. Herwiha 12 milyon dolar jî ji bo berdewamiya şiyanên Hêzên Pêşmerge û 240 milyon dolar jî ji bo mûçeyên Hêzên Pêşmerge ku sala bihorî Amerîkayê di qanûnê de cih nedabû wî mûçeyî.