Kanûn 27, 2021 15:56 Asia/Tehran
  • Erdheja 6 rîşterî girava Kret a Yewnanîstanê hejand

Li Girava Kret a Yewnanistanê erdhejek bi giraniya 6 rîşteran pêk hat.

Li gorî nûçeya Sputnikê, Navenda Sîsmolojiya deryaya Spî ya Ewropayê ragihand, ev erdheja ku sibeha Duşemê li kûrahiya kêm a erdê pêk hat, bajarê Heraklion jî ku bi qasî 170 km dûrî wê bû hejand û bû sedema zincîreke erdhejên sivik.

Derbarê zirar û ziyanên canî û malî yên vê erdhejê heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Şahidên bûyerê jî ragihandin ku erdhejeke dijwar lê demkurt çêbû, di nav de li bajarê peravê yê Irapetraya Yewnanîstanê jî ev erdhej hat hêskirin.

Yewnanîstan li ser devera mezin a jeolojîk cih digire, ji ber vê yekê gelek caran erdhej li wir çêdibin.

Serepeyv