Kanûn 25, 2021 15:07 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya destwerdana Welatên Rojava li hilbijartinên Lîbyayê

Amerîkayê, Brîtanya, Almanya, Îtalya û Fransayê di çarçêva destwerdana di karûbarên navxweyî yên welatên din de, banga diyarkirina lezgîn a dema nû ji bo hilbijartinên Lîbyayê kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, li daxûyaniya hevpar a van 5 welatan ku êvara Îniyê hat weşandin, kesên ku di pêvajoya hilbijartinê ya Lîbyayê de sextekariyê bikin an wan lawaz bikin, bi ceza û mueyîdeyan hatin tehdîdkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Em bi baldarî daxuyaniya 22'ê Kanûnê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Lîbyayê ya ku hilbijartinên 24'ê Kanûnê taloq kirin û ji bo hilbijartinan dîrokeke nû û pêşwext pêşniyar kir, dişopînin."

Van pênc welatan di çarçêva destwerdana xwe ya di karûbarên navxweyî yên Lîbyayê de, îdia kirin ku hilbijartinên azad, adilane û pêbawer dê rê bide gelê Lîbyayê ku hikûmetek bi nûneratiya xwe û yekgirtî ya bijarte û serbixwe pêk bînin da ku serwerî, yekparçeyiya erdî û yekîtiya neteweyî ya Lîbyayê biparêze.

Wan diyar kirin ku li hundur û derveyî Lîbyayê kes an sazî û dezgehên ku pêvajoya hilbijartinan û veguheztina siyasî asteng dikin an jî sextekar dikin wê li gorî biryara 2571 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Komîteya Sizayan a NYê ve berpirsiyar bigrin û wan bêxin ber boykotan.

Serepeyv