Kanûn 25, 2021 12:24 Asia/Tehran
  • Ji ber binavbûna belema koçberan di nav avên Yewnanîstanê 13 koçber mirin

Li nêzîkî girava Paros a Yewnanîstanê belema koçberan di nava deryaya Egeyê de bin av bû, herî kêm 13 kes xeniqîn û 63 kesên din jî hatin rizgarkirin.

Rojnama “Proto Tema” a Yûnanî ragihand, belema koçberan li nêzîkî girava Paros wergeriya û kete bin avê, tîmên hawarhatinê jî karîn 13 koçberên xeniqî derxînin û 63 kesên din jî rizgar bikin.

Ajansa Nûçeyan a Atînayê diyar kir, tê texmînkirin 80 koçber di belemê de bin û heta niha sebeba binavbûna keştiyê nayê zanîn.

Li gorî medyaya Yewnanîstanê, tê texmînkirin ev qezaya sêyem a binavbûna belema koçberan be di vê hefteyê de. Desthilatên Yewnanî jî lez dane xebatên lêgerîn û rizgarkirinê koçberan.

Desthilatdarên Yewnanîstanê duhî danê sibê jî 90 koçberên neyasayî rizgar kirin, piştî ku roja Pêncşemê belema wan binav bûbû.

Desthilatdarên Yewnanîstanê piştî xebatên lêgerînê yên dirêj jî, termê 11 kesan li wî cihî dîtin.

belemeke din a koçberan berî sê rojan li nêzîkî girava Folegandros binav bûbû, tê texmînkirin ku 50 koçber tê de bin û tê pêşbînîkirin ku bi dehan kes canê xwe ji dest dabin.

Serepeyv