Kanûn 24, 2021 18:21 Asia/Tehran
  • Li Deryaya Egeyê keştiyeke din a penaberan noq bû

Li Deryaya Egeyê duh bi şev keştiyeke din ya penaberan noqî avê bû. Li gorî agahiyên berdest nêzî 100 penaber di keştiyê de hebûne û hinek ji wan jî Kurd in.

Li gorî agahiyan duh bi şev keştiyek ku zêdetirî 100 penaber tê de hebûn, dema ber bi Yewnanistanê ve diçû, li Deryaya Egeyê noqî avê bûye. Di keştiyê de gelek welatiyên Kurd û zarok jî hene.

Di hin dîmenên bûyerê de, dema keştî binav dibe, penaber xwe bi riya telefonê digihînin çalakvanekî û dibêjin “Tenê çend santîmetreyek maye, wê keştiya me bitûm bikeve bin avê û emê hemû bimirin.”

21’ê Kanûnê li nêzî girava Vulîgandrusê ya Yewnanistanê keştiyeke penaberan ku 50 kes tê de bûn, noqî avê bûbû.

Şeva 24’ê Mijdarê jî keştiyeke penaberan di navbera Fransa û Brîtanyayê de noqî avê bûbû. Di encamê de 31 penaberan jiyana xwe ji dest dabû ku ji wan 18 kes Kurd bûn û piraniya wan ji navçeyên Ranya û Qeladizê yên Herêma Kurdistanê bûn.

Serepeyv