Kanûn 24, 2021 15:53 Asia/Tehran
  • Blinken û Stoltenberg derbarê Rûsyayê de axifîne

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg roja pêncşemê axifîne.

Reutersê ji zarê Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku Blinken û Stoltenberg ser leşkerên Rûsyayê yên nêzî sînorê Ukraynayê peyivîne ku wan leşkeran bo Waşîngtonê û welatên rojava fikar çêkirine.

Li gor daxuyanîyê wezaretê, Blinken û Stoltenberg ser helwesta Rûsya ya dijî NATO axifîne û piştrast kirine ku ew tifaq dê berevanîya hevalbendên xwe bike.

Li gorî vê daxuyaniyê NATOyê her wiha diyar kiriye ku ji bo dîyaloga bi Rûsya re jî hazir e.

Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Pêncşemê gotibû ku ser kêşeya Ukraynayê alîyê êrîşkar Amerîka û hevbendên wê ne û Qesira Sipî jî ew rexne red kiribûn û dabû zanîn ku alîyê êrîşkar Rûsya û rêberê wê ye.

Serepeyv