Kanûn 20, 2021 17:19 Asia/Tehran
  • Kremlin: Belavkirina NATO`yê çekên nukleerî li nêzî Belarûsyayê dê bê bersiv nemîne

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov diyar kir ku belavkirina çekên nukleerî ji aliyê NATO`yê ve li nêzî sînorên Belarûsyayê gef e û divê tedbîrên guncew bên girtin. Her wiha destnîşan kir ku dibe ku Rûsya bersivê bide.

Dmitry Peskov di civîneke çapemeniyê de ragihand ku heke NATO`yê çekên nukleerî li Polonyayê belav bike, li gor Daxuyaniya Minskê dê Rûsya jî dikare çekên xwe yên nukleerî li Belarûsyayê belav bike.

Peskov herwiha got: “Li ser kesekî nayê veşartin ku belavkirna çekên cuda li nêzî sînorên me, ji bo me gef e. Divê em tedbîrên guncew bigirin da ku hevsengiyê vegerînin herêmê.”

Li gorî Rûsya El-Yewm Peskov herwiha diyar kir: “Gelek zû ye ku em berteka dewletên rojavayî ya têkildarî pêşniyarên Moskovê yên derbarê dabînên ewlehiyê de binirxînin. Me gelek gotin ji çavkaniyên cuda bihîstin ku ew amade ne vê mijarê nîqaş bikin. Dibe ku ev yek gavek erênî bibe. Lê heta niha tu bersiveke diyar nehatiya dayîn. Ji ber wê zû ye em helwesta xwe ragihînin.”

Serepeyv