Kanûn 17, 2021 19:20 Asia/Tehran
  • Yekitiya Ewropayê cezayê li dijî Rûsyayê heta 6 mehên din dirêj kir

Yekitiya Ewropayê cezayên aborî yên li dijî Rûsyayê heta 6 mehên din dirêj kirin.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel got serokên dewletên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) cezayên aborî yên li dijî Rûsyayê heta 6 mehên din dirêj kirin.

Li gorî ajansa Tas a rûsî, Michel bang li Rûsyayê kir ku Peymana Mînskê pêk bîne.

Li gorî gotin dîplomatekî Ewropayê di hefteyên bê de dê biryar bi awayekî fermî di rojnameya fermî ya YE’yê de were belavkirin û bikeve pratîkê.

Têkildarî mijarê nûnerê karên derve û siyaseta ewlehiyê ya YE’yê Joseph Borrell îro careke din bang li Rûsyayê kir ku sînorê Ukraynayê binpê neke.

Sala 2014`an YE’yê ji ber bûyerên li Ukraynayê û nîvgirava Kirîmê ceza li Rûsyayê birîbûn, ceza hatin berfirehkirin û dema wan dirêjtir dibû. Her wiha rayedarên Rûs derbasî Yekitiya Ewropa nedibûn, pereyên wan hatin cemidandin, qeyd û bend li ser qadên bazirganî, malî û leşkerî hatin ferzkirin.

Serepeyv