Kanûn 16, 2021 14:50 Asia/Tehran
  • Li Trablusê baregeha serokwezîrê Lîbyayê hate dorpêçkirin

Hejmarek hêzên çekdar baregeha serokwezîriyê li Trablusê dorpêç kirin.

Li gorî rapora îro pêncşemê ya ajansa nûçeyan a IRNA`yê, çekdarên bi navê "Tûgaya Semûd" ku li paytexta Lîbyayê tevdigerin, ragihandin ku hilbijartinên serokomariyê li Lîbyayê nayên lidarxistin û ew ê deriyên hemû sazî û navendên hikûmetê li Trablusê bigrin.

Li gorî vê raporê, Mihemed El-Menfî, serokê Encumena Serokatiyê ya Lîbyayê û endamên vê encumenê ji tirsa êrişa çekdaran ser malên wan, ji malê hatin derxistin û ew birin cihên ewleh.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan, wer xuya dike ku aloziyên li paytexta Lîbyayê bi biryara Encûmena Serokatiyê ya ji kar dûrxistina Ebdul Basit Merwan fermandarê herêma leşkerî ya Trablusê ve girêdayî ye.

Lê belê namzediya Seyf El-Îslam Qezafî û General Xelîfe Hefter jî aloziyên siyasî yên li Lîbyayê zêde kirine.

Serepeyv