Kanûn 10, 2021 11:23 Asia/Tehran
  • Trump: Nalet li Netanyahû be!

Serokomarê berê yê Amerîkayê di beşeke bîranînên xwe da aniye, tevî xizmetên zehf ku wî derhreqê rejîma Siyonîst kiriye, lê ew serokwezîrê berê yê vê rejîmê ji ber karên ku li dijî wî kirine, neborîne.

Li gorî rapora Fars Newsê, Çavkaniyên Ibrî sibeha roja îniyê hin beşên hevpeyîvîna taybet  aDonald Trump serokomarê berê yê Amerîkayê di gel Barak Zavîd nûçegihanê malpera siyonîstî ya Vallayê weşandin.

 

Donald Trump di beşekê da gotiye: Hilbijartin li vî welatî - Amerîka - ji min hatiye dizîn û standin, ew jî ji ber hine merivên xêvik û ehmeq e ku ji bo serokomêr tê nekoşan.

Serokomarê berê yê Amerîkayê di dawiya vê beşa gotinên xwe da got: Netanyahû yekem kes bû ku ji bo pîrozbahiya bo Joe Biden çû.

Wî got: Ev şaşitiyeke mezin bû. Ez ji wê demê û pê va bi wî ra neaxivîme. Nalet li wî be! Ez li wî neborim.

 

Serepeyv