Kanûn 08, 2021 16:49 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê di qezaya lêketina kamyonê li xwendevanan de 17 kes mirin

Li bajarê Lagos ê Nîjeryayê kamyonek li şagirtên dibistanekê ket, di encama vê qezayê de 17 şagirt mirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press News`ê, êvara sêşemiyê li bajarê Lagos ê Nîjeryayê, li nêzî rawestgeha otobûsa dibistanan ji ber leza zêde kamyonek gelek xwendevan xistin bin xwe ku di encamê de 17 kesan can dan.

Bûyer dema ku xwendekar piştî dibistanê diçûn malên xwe û dixwestin ji rê derbas bibin qewmî.

Li gorî raporên ku nûçegihanê IranPressê li Nîjeryayê berhev kirine, şofêrê kamyonê dema dixwest ji destê karbidestên Ajansa Rêvebiriya Trafîkê ya Eyaleta Lagosê bireve, bi zarokên dibistanê re li hev qelibîn.

Bola Joseph, şahidek ji IranPress re got: "Hinek ciwanên hêrsbûyî kamyon şewitandin."

Adekunle Ajesebutu, Efserê Têkiliyên Giştî yê Polîsê Eyaleta Lagos got ku ji bo parastina qanûn û serûberiyê gelek polîs şandin herêmê.

Serepeyv