Kanûn 08, 2021 13:05 Asia/Tehran
  • Li Fransayê avahiyeke sê qatî hilweşiya; Herî kêm 5 kes mirin û birîndar bûn

Li herêma "Sanary Sur Mer" a Fransayê avahiyeke sê qatî hilweşiya û herî kêm 5 kes mirin û birîndar bûn.

Li gorî ragihandina Ajansa Radyo û Televîzyona Îranê, avahîya sê qatî sibeha Sêşemê ji ber derçûna gazê û teqînekê hilweşiya.

Hilweşiyana vê avahiyê bû sedema mirina kesek û birîndarbûna 4 kesên din û 4 kes jî winda bûn.

Jinek û zarokên wê bi amadebûna tîmên agirkuj û rizgarkirinê bi saxî ji bin xirbeyan hatin rizgarkirin.

Serepeyv