Kanûn 05, 2021 16:41 Asia/Tehran
  • Li Almanyayê di malekê de termê 5 kesan hate dîtin

Li navçeya Senzig a ser bi bajarê Konigs Wusterhausen a ser bi eyaleta Brandenburg a Almanyayê di malekê de terme 5 kesan hate dîtin.

Berdevkê polîsê herêma başûr a Brandenburg a Almanyayê Lutz Miersch ragehand, li gor saetên herêmî 12:00ê de li ser banga lezgîn polîs li navça Senzig geheştiye malekê û di malê de terme 5 kesan dîtiye.

Herwaha ragehand, di wê baweriyê de ne ku li wê malê de termên ku hatine dîtin, yên wan kesan in ku hatine kuştin.

Li gor nûçeya rojnama Maerkische Allgemeine, ji 5 termên ku hatine dîtin 3 ji wan zarok in.

Serepeyv