Kanûn 04, 2021 12:25 Asia/Tehran
  • Koronaya cureya omîkron li 38 welatan îsbat bûye

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li 38 welatan nasnameya cureya omîkron a vîrusa koronayê eşkere kir û tekez kir ku heta niha tu kes ji ber wê ne miriye.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Mariya Van Karxov, rayedareke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li civîneke rojnamevaniyê got: Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê şahidê zêdebûna cureya Omicron ya Koronayê li cîhanê ye.

Mariya Van Karxov herwiha got: Rêjeya veguheztina vê cureya Koronayê zêde bûye, ya ku divê em bizanin ew e ku gelo ev cureya vîrusa Koronayê pêga cureya Deltayê zêdetir belav dibe an na?

Karxov her wiha destnîşan kir ku cureya deltaya coronavirus hîn jî li çaraliyê cîhanê vîrusa herî zêde ye.

Li gorî vê rayedara Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, raporên destpêkê yên ji Afrîqaya Başûr destnîşan dikin ku gelek nexweşên ketî bi vê vîrusê  bi nîşanên sivik re rû bi rû ne.

Zanyara payebilind a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Dr. Soumya Swaminathan got, "Divê mirov ji cureya nû ya Omicron netirsin û hîn zû ye ku meriv li ser hewcedariya guheztina vaksînê biaxive."

Cureya omicron niha li Asya, Afrîqa, Amerîka, Rojhilata Navîn û Ewropayê tê naskirin. Ev cure cara yekem li Afrîqaya Başûr hate ragihandin.

Serepeyv