Kanûn 02, 2021 14:50 Asia/Tehran
  • Teqîneke terorîstî Kabula paytexta Efxanistanê hejand

Teqîna bombeyê careke din Kabula paytexta Efxanistanê hejand.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Şehedên bûyerên roja pêncşemiyê qala qewimîna teqînekê li taxa Selîm Karwanê ya bajarê Kabula paytexta Efxanistanê kir.

Piştî qewimîna teqînê li taxa Selîm Karwana Kabulê, dengê gulereşandinê jî hat bihîsstin.

Heta niha hûrgiliyên zêdetir derbarê vê teqînê nehatine weşandin.

Di mehên dawiyê da çend êrîş û teqînên terorîstî li parêzgehên Kabul, Nengerhar, Kener, Xost, Kabul, Qondûz û Qendiharê qewimîne û berpirsiyariya pirraniya wan, DAIŞê girtiye ustiyê xwe.

Tevî vê yekê, dewleta demkî ya Koma Talibanê li Efxanistanê tevî kêm-girîngzanîna metirsiya koma terorîst a DAIŞê, soz daye ku vê komê li vî welatî serkut bike û ji nav bibe.

 

Serepeyv