Kanûn 01, 2021 19:55 Asia/Tehran
  • Almanya ji ber sûcê qirkirina Êzidiyan cezayê muebed li terorîstekî DAIŞ`ê birî

Dadgeha Frankfûrtê ji ber sûcê Qirkirina Êzidiyan cezayê girtîgehê yê muebed li terorîstê DAIŞ`ê Taha El-Cemîlî birî.

Terorîstê DAIŞ`ê Taha El-Cemîlî yê Iraqî, li bajarê Frankfûrtê yê Almanyayê ji ber sûcê qirkirina Êzidiyan dihate darizandin. Rûniştina biryardanê ya dozê îro pêk hat.

Dadgeha Bilind a Frankfûrtê çeteyê DAIŞ`ê Tala El-Cemîlî ji ber sûcê qirkirina Êzidiyan sûcdar dît û cezayê girtîgehê yê heta dawiya emrê xwe lê birî.

Terorîstê DAIŞ`ê Taha El-Cemîlî yekem Terorîstê vê komê ye, ku ji ber sûcê qirkirina Êzidiyan hate darizandin.

Dozgerên Almanyayê diyar kirin ku çeteyê DAIŞ`ê Taha El-Cemîlî, sala 2015'an li Iraqê dayikek û keçeke Êzidî kirin kole û piştre jî zaroka 5 salî bi êşkenceyê kuşt.

Serepeyv