Rûsya, Komara Azerbêcan û Ermenistan têkildarî Qerebaxê dicivin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i330275-rûsya_komara_azerbêcan_û_ermenistan_têkildarî_qerebaxê_dicivin
Îro li bajarê Soçî civîneke sêalî di navbera Rûsya, Komara Azerbêcan û Ermenistanê de li dar dikeve. Tê çaverêkirin ku mijara pêkanîna lihevkirinên agirbestê li herêma Qerebaxê were nîqaşkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2021 12:38 Asia/Tehran
  •  Rûsya, Komara Azerbêcan û Ermenistan têkildarî Qerebaxê dicivin

Îro li bajarê Soçî civîneke sêalî di navbera Rûsya, Komara Azerbêcan û Ermenistanê de li dar dikeve. Tê çaverêkirin ku mijara pêkanîna lihevkirinên agirbestê li herêma Qerebaxê were nîqaşkirin.

Îro (înê) li bajarê Soçî yê Rûsyayê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, hempîşeyê wî yê Komara Azerbêcanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan dê bicivin.

Li gorî malpera Rûsya Today, tê çaverêkirin ku her sê alî mijara pêkanîna lihevkirinên têkildarî agirbestê li herêma Qerebaxê ku her sê welatan li ser li hev kiribû, nîqaş bikin.

Ev civîn piştî şerê di hefteyên borî de li ser sînor di navbera hêzên Komara Azerbêcan û Ermenistanê de rû da, pêk tê.