Troyîkaya Ewropî: Em bi niyeta baş dê vegerin gotûbêjên Viyenê
Mijdar 25, 2021 09:13 Asia/Tehran
Sê welatên ewropî yên endamê Lihevkirina Navokî ya tev Îranê bi daxuyaniyeke hevpar di civîna Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê, ragihand ku ew ê bi niyeta baş dê vegerin gotûbêjên Viyenê ji bo domandina cihanîna lihevkirina navokî tev Îranê.
Li gorî rapora IRNAyê, Di daxuyaniya Troyîkaya Ewropî (European troika) da ku versiyoneke wê li ser malpera Wezareta derve ya Brîtanyayê hatiye weşandin da hatiye: Em ê ji bo gotûbêja bi niyeta baş vegerin Viyenê da ku xebatê ji cihê ku gotûbêj li Hezîranê hatin rawestandin, bidomînin.