Emrullah Salih: Hikûmeta Talibanê dê hilweşe
Mijdar 20, 2021 14:16 Asia/Tehran
Alîkarê yekem serokomarê hikûmeta berê ya Efxanistanê got: Rejîma kirêgirtî ya Talibanê dê bi dijwartirîn awayî were hilweşandin.
Li gorî rapora ajansa AWAyê, Emdullah Salih, Alîkarê yekem serokomarê hikûmeta berê ya Efxanistanê li ser Facebook'a xwe nivîsî: Kiryarên Talibanê yên dijî mafên mirovan û girêdayîbûna Talibanê, di dawiyê da dê bibe sebeba hilweşîna vê hikûmetê.
Alîklarê Eşref Xenî bi gotina vêya ku li hemberî zilma Talibanê tu rêyek ji bilî berxwedanê tuneye, got: Ev koma kirêgirtî û zalim dê têk biçe.