Mijdar 18, 2021 18:04 Asia/Tehran
  • Di encama du êrişên terorîstî li Nîjerê de 25 kesên sivîl canê xwe ji dest dan

Li bajarê Tahoua ya Nîjerê, ku dikeve nêzîk sînorê Malî, du êrîşên çekdarî pêkhatin û 25 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya di çapemeniya Nîjerê de cîh girtiye, li bajarokên Tillia û Tahoua yên ser bi bajarê Tahoua ji aliyê kesên nasnama wan nediyar ve êrîş pêkhatiye û di wan herdu êrîşan de 25 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragehandin êrîşkarana avahiya şaredariyê û binkeyê tenduristî û avahiyên saziyên giştî şewitandine û piştre jî ji herêmê dûr ketine.

Hat ragehandin sîstema elektrîkê ji ber ziyan geheştiyê, li bajarokên Tillia û Tahoua elektrîk tineye.

Rêxistinên terorîst ên wekî Boko Heram, El Qaîde û DAIŞ li Malî xebatên xwe birêve dibe û li hember Burkina Faso û Nîjerê jî gelek caran êrîşan pêktîne.Neewlehiya li herêmê di demekê de ye ku Fransa bi salan e bi îdiaya şerê li dijî terorê li Malî hebûna wê ya leşkerî heye.

Serepeyv