Aloziya penaberên li ser sînorên Polonyayê zêde dibe
Mijdar 14, 2021 13:34 Asia/Tehran
Polîsên Polonyayê îro ragihand ku wan cenazeyê ciwanekî sûrî li nêzîkî sînorê Belarûsê dîtiye.
Polîsên Polonyayê li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku duh cenazeyê ciwanekî sûrî li daristanê li nêzîkî sînorê gundê Wolka Tiritşofksa hatiye dîtin. Her wiha anî ziman ku hê jî sedema mirina wî ciwanî ne diyar e.
Polonyayê gelek hêzên leşkerî û ewlehiyê li ser sînor belav kirin da ku rê li ber penaberan bigire.
Li ser sînorê Bêlarûsê û Polonyayê ji beriya çend hefteyan ve ji ber kombûna gelek penaberên ji welatên Rojhilata Navîn ku piraniya wan ji Herêma Kurdistanê ne, tevlihevî çêbûye.