Mijdar 14, 2021 12:09 Asia/Tehran
  • Leşkerekî Polonyayê li ser sînorê Belarusê hat kuştin

Leşkerekî Polonyayê di nav krîza koçber û penaberan de di nav aloziya li ser sînorê Belarusê de hat kuştin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê; Artêşa Polonyayê piştrast kir ku mirina wê serbazî ku ji bo girtina pêşiya çûna koçberan nav Polonyayê çûbû ser sînor bi tesadufî bû û destê ti aliyekî din tê de tunebû.

Mirina vî leşkerî ku vê dawiyê şandibûn ser sînor di rewşekê de ye ku Polonya û Yekîtiya Ewropî Belarusê bi "xirabkirina rewşa sînor û zêdekirina aloziyê li ser sînor" bi karanîna penaxwazan tawanbar dikin.

Mijara hezaran koçber û penaxwazan li ser sînorê Polonya û Belarûsê di van rojên dawî de û hewildanên wan ji bo derbasbûna neqanûnî nav Polonyayê bûye sebeb ku ev welat bi hezaran hêzên xwe yên taybet bişîne ser sînorê Belarusê daku rê li ber derbasbûna wan bigire û her diçe ev krîza koçberan li herêmê kûrtir dibe.

Serepeyv