Mijdar 14, 2021 11:45 Asia/Tehran
  • Putîn: Sedema krîza koçberan li ser sînorê Belarûsê welatên rojava û Ewropa ye

Serokomarê Rûsyayê sedema koçberiya xelkê Herêma Kurdistan, Iraq û Efxanistanê, bi destwerdana serbazî ya welatên rojava û Ewropayê ve girêda û bi awayekî ne rasterast jî amaje bi destwerdana Amerîkayê ya li Iraqê kir di sala 2003an de.

Di dema ku Yekitiya Ewropayê xwe amade dike ku ambargoyên nû li ser Belarusê bisepîne, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin şeva borî, di hevpeyvîneke taybet de li gel televîzyona fermî ya Rûsyayê, behsa krîza koçberan kir û hemû ew tometên ku têkildarî vê krîzê arasteyî Rûsyayê tên kirin, red kirin û got, “Ti kompaniyeke me xelk veneguhestiye wê deverê.”

Li gor gotina Putîn, ew krîz ji aliyê welatên rojava û Ewropayê ve hatiye çêkirin, ne ku ji aliyê Belarûsê ve û got, “Ev sedem ji aliyê welatên rojava bi xwe ve, ji aliyê welatên Ewropayê ve, hatine çêkirin. Ev yek jî ji aliyê serbazî û aborî ve: ji aliyê serbazî ve, ji ber ku hemûyan beşdarî di şerê Iraqê de kirin, lewma niha hejmareke zêde ya Kurdên Iraqê li ser sînor in. Ji bo heyama 20 salan wan (welatên rojavayî) şer li Efxanistanê kirin, lewma niha hejmareke zêde ya Efxaniyan li wê derê ne.”

Putîn bêyî ku navê Amerîkayê bilêv bike, got, ji ber destwerdana serbazî û aborî ya wan û welatên Ewropa li wan welatên ku koçber jê tên, ev pirsgirêk çêbûye.

Vladimir Putîn behsa cezayên Ewropayê yên li ser Lukashenko jî kir û got ku ev yek ziyanê digihîne sektora gazê ya Ewropayê û “xizmeta pêşxistina peywendiyên li gel Belarûsê nake.”

Li ser krîza koçberan, Yekîtiya Ewropa Lukashenko bi bikaranîna koçberan li dijî wan tometbar dike û gefên girankirina sizayên li ser Belarûsê dixwe.

Rûsya yek ji hevpeymanên girîng û sereke yên Belarûsê ye ku Belarûs ji aliyê welatên rojava ve wek xwediya “dawî dîktatorê” parzemîna Ewropayê tê binavkirin.

Niha derdora 4 hezar koçber li ser sînorê Belarûs û Polandê kom bûne ku dixwazin biçin welatên Ewropayê, taybet jî Almanyayê û di rewşeke xerab de ne. Beşeke zêde ya wan koçberan kurd in.

Hikûmeta Polandayê ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan, sînorê xwe yê li gel Belarûsê tundtir kiriye û nêzikî 15 hezar endamên hêzên ewlekariyê li xeta sînor bicih kirine û ji aliyên din ve ragihandiye ku wê dîwareke bilind li ser sînorê xwe û Belarûsê dê ava bike.

Serepeyv