Mijdar 13, 2021 22:40 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîneke bi hêz li Kabul herî kêm 6 kes mirin

Li rojavayê bajarê Kabula paytexta Efxanistanê li devera ku zêdetir welatiyên Şîe dijîn, wesayîteke bombekirî hat teqandin. 

Berpirsekî Talîbanê ragihand; di teqînê de 6 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Hîn ti aliyek teqîna li Kabulê negirtiye ser xwe, lê belê rêxistina DAIŞê di van çend rojên dawî de li deverên Şîe yên Efxanistanê gelek êrîşên terorîstî encam dane.

Duh jî li wîlayeta Nangarhar a rojhilatê Efxanistanê li devera Spin Gar di nava mizgeftekê de teqîn rûda.

Talîban ragihand ku di wê teqînê de herî kêm 15 kes birîndar bûn.

Di 2yê Mijdarê de êrîşa li dijî nexweşxana herî mezin a serbazî, DAIŞê girtibû ser xwe. Di wê êrîşê de 19 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûbûn.

Di vê navberê de hikûmeta demkî ya Koma Talîbanê li Efxanistanê gefên DAIŞê kêm nirxand û soz da ku grûpa terorîstî ya DAIŞê li wî welatî ji nav bibe.

Serepeyv