Mijdar 10, 2021 19:06 Asia/Tehran
  • Almanya ji bo rê li ber penaberan bigre amade ye hêza piştevaniyê bişîne Polandayê

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer ragihand; Polanda û Almanya bi tena serê xwe nikarin rûbirûyî kêşeya penaberan bibin û divê Komîsyariya Ewropayê rê li ber hatina penaberan bigre.

Horst Seehofer ji Komîsyariya Ewropayê daxwaz kir ku sînorek ji bo penaberan û hatina wan ji Belarusê bo Polandayê daynin.

Horst Seehofer ji rojnameya Bild a Almanî re ragihandiye; divê Bruksel hewla çareserkirina vê kêşeyê bide û tenê bi yek-du welatan nabe.

Wezîrê Navxwe yê Polandayê jî diyar kiriye ku divê alîkariya Polandayê were kirin, da ku sînorên xwe biparêze û ev erkê Yekîtiya Ewropayê ye ku rûbirûyî van kêşeyan bibe.

Beriya niha Berdevkê Hikûmeta Polandayê Piotr Muller ragihandibû: “Em ditirsin vê rewşa li sînorên me ku ligel pirsa penaberan duçar bûne, bibe rûbirûbûneke çekdarî.”

Meha borî 5000 penaber gihîştin Almanyayê û hikûmeta wî welatî ragihandbû ku divê asayîşa sînor were tundkirin û hêzên zêdetir ji bo deverên sînorî werin şandin.

Serepeyv