Joe Biden: Ez carê derbarê Îranê tiştekî nabêjim
Serokomarê Amerîkayê di bersiva pirsekê da li ser helwêsta wî ji bo destpêkirina nû ya gotûbêjên Lihevkirina Navokî li Viyenê got ku ew carê derbarê Îranê tiştekî nabêje.
Li gorî rapora ajansa Tasê, Joe Biden serokomarê Amerîkayê roja şemiyê di axaftinekê da li Koşka Sipî derbarê projeya yek trîliyon dolarî ya Amerîkayê ji bo geşepêdana binavahiyên Amerîkayê ku ji aliyê Kongreyê va hatiye piştrastkirin, nexwest ku derbarê rewşa niha ya gotûbêjên Viyenê ji bo vejiyandina Lihevkirina Navokî tiştekî bibêje.
Gotinên Biden di halekî da ne ku Nêt Prays berdevkê Wezareta derve ya Amerîkayê çarşemiya hefteya borî ji biryara destpêkirina dubare ya gotûbêjên çendalî yên Viyenê derbarê bernameya navokî ya Îranê pêşwazî kir û got ku Waşîngtonê dil heye ku beşdarî van civînan bibe.