Li Brezîlyayê balefirek kete Erdê û stranbêja navdar a vî welatî di nav de, 6 kesan can da
Balefirekî biçûk a Brezîlyayê ket xwarê ku di encamê de 6 kesan ku yek ji wan stranbêja navdar a vî welatî Marilia Mendonç ya 26 salî bû, jiyana xwe ji dest dan.
Li gor saziya agirkujiya Minas Gerais li ser tora xwe ya civakî ya fermî ragehandiye, hunermend Mendoça ku ji bo xelatê Grammy a Latîn wek berbijêr hatibû destnîşan kirin, bi balefirekî biçûk ve li çoltera Piedade de Caratinga ya ser bi eyaleta Minas Gerais a li başûrê rojhilatê welat qeza kiriye û balefir ketiye û stranbêja navdar jiyana xwe ji dest daye.
Herwaha di balefirê de li gel stranbêja navdar Mendonça, derhêner Henrique Ribeiro, apê stranbêj Mendonça û şêwirmendê wê Abicieli Silveira Dias Filho û balefirvan û cîgirê balefirvan bi giştî 6 kesan canê xwe ji dest dane.
Hat ragehandin stranbêja navdar Mendonça ji bo ku bernameyekê birêve bibe ji Goiania ve çûye Caratinga ya ser bi eyaleta Minas Geraisê.
Balefira Mendonça û kesên pêre têde bûn ser bi şîrketa PEC Taxi Aereo bû, balefira 6 kesî wek balefira taksî dihate bikaranî û du motorî û cureya wê jî Beech Aircraft King Air C90A bû.
Sedemê ketina balefirê heta naha nehatiye zanîn.