Mijdar 06, 2021 16:41 Asia/Tehran
  • Li Sierra Leonê ji ber teqîna tankereke sotemeniyê bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan

Li paytexta Sierra Leonê, Freetownê tankerekî sotemeniyê teqiya û di bûyerê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Serokê Şaredarê Freetown a paytexta Sierra Leonê Yvonne Aki-Sawyerr li ser tora xwe ya civakî ragehand, ji ber li Wellingtonê tankera sotemenî û wesayîtekê li hevdane tanker teqiyaye.

Aki-Sawyerr ragehand, dîmenên bûyerê diltezîn in û ji ber teqînê tê gotin ku dibe zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dabe, lê hîn hejmara tekez nehatiye diyar kirin.

Rayedarên xwecihî yên ji CNN a Amerîkî re ragehandin, diyar kirin ku heta naha 84 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serokomarê Sierra Leone Julius Maada Bio jî ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane peyameke sersaxiyê belav kir û got, hikûmet ji bo merivên wan kesên jiyana xwe ji dest dane dê her aliyekî de piştevaniya wan bike.

Serepeyv