Mijdar 05, 2021 23:04 Asia/Tehran
  • Li Endonezyayê ji ber lehiyê 5 kes mirin

Li girawa Cava ya Endonezyayê lehî rabû û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî winda bûn.

Li gor daxuyaniya Ajansa Karesatên Netewî ya Endonezyayê (BNPB) barîna baranên tund bû sedem 5 gundên Kota Batu ya ser Cava di bin avê de bimînin.

Cîgirê berdevkê BNPBê Ebdul Muharî ragehand, ji ber barîna baranên tund lehî rabûne û termê 5 kesan hatine dîtin û 4 kes jî winda ne.

Muharî ragehand, xebatên lêgerîna kesên winda berdewam dikin û 5 kes jî bi saxî hatine rizgar kirin. Û got, ji ber herî û keviran rê daxistine xebatên alîkariya lezgîn de astengî çêdibe û hin pir û mal û wesayîtan jî ziyan dîtiye.

Berpirsê BNPB Ganip Warsito jî ragehand, dibe ku baranên tund heta meha Sibatê jî berdewam bikin.

Serepeyv