Mijdar 05, 2021 10:06 Asia/Tehran
  • Li Nîjeryayê hejmara kesên di avahiya 21 tebeqî de jiyana xwe ji dest dan gihêşt 36 kesan

Li bajarê Lagos ê bazirganî yê Nîjeryayê roja 1ê Mijdarê avahiya 21 tebeqeyî hilweşiya û hejmara termên kesên ji bin xirbeyên avahiyê hatin derxistin niha gihêştiye 36 kesan.

Ajansa Rêveberiya Rewşên Lezgîn a Nîjeryayê (SEMA) ragehand, koordînatorê eyaleta Lagos Îbrahîm Farinloye bi daxuyaniyekî nivîskî ragehandiye, di bûyera roja 1ê mijdarê ya li herêma Ikoyi ya Lagosê de xebatên lêgerîn û lêkolînê berdewam dikin.

Farinloye ragehand; Heta naha termê 33 zilam û 3 jinan ji bin xirbeyan hatine derxistin û 9 kes jî birîndar bûne.

Farinloye got, tê pêşbînî kirin ku hîn gelek kesên din di bin xirbeyan de mabin û ji ber wê jî xebatên lêgerîn û rizgar kirinê berdewam dike.

Di beşekî xaniyên luks ên li 360 Degrees Towers City hilweşiyabûn û sedemê hilweşandinê û heta naha çend kes jî di bin xirbeyan de mane, nayê zanîn.

Berpirsê Giştî yê Ajansa Kontrola Avahiyan a Lagosê Gholahan Okî ragehand, hikûmetê ji bo çêkirina 15 tebeqan destûr dabû kesê peymankar, lê avahî bi 21 tebeqî hatiye çêkirin. Ji ber wê jî peymankar hatiye girtin û ew radestî dadgehê hatiye kirin.

Serepeyv