Li Nîjeryayê heta naha ji ber şewba kolera 3 hezar û 283 kesan canê xwe ji dest daye
Li Nîjeryayê ji ber şewba kolerayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheşt 3 hezar û 283 kesan.
Li gor amarên Navenda Kontrolkirina Nexwaşiyan a Nîjeryayê (NCDC), li welat ji 1ê meha Çile heta 17ê Cotmehê ew şewbe li paytexta Abuja û 32 eyaletan belav bûye.
Hat ragehandin di vê dema hatî diyar kirin de 93 hezar û 362 kesan de kolera hatiye tespît kirin û ji ber wê şewbê 3 hezar û 283 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li Nîjeryayê eyaleta herî zêde şewba kolera lê tê dîtin bi 19 hezar û 452 kesan ve eyaleta Kano ye û li eyaleta Katsina jî hejmara herî zêde ji ber wê şewbê mirin lê pêkhatiye û 150 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Kolera, şewbeke ku ji ber bakteriya ''Vibrio'' ya bi riya xwarin û vexwarinê ve derbas dibe û mirov bi îshaleke tund têxe û di bedena mirov de winda kirina avê rê vedike. Dema ku nexwaşî neyê çareser kirin kujer dibe.
Li Nîjeryayê ji ber pirsgirêka ava paqij bi temamî nehatiye çareser kirin û çareseriya pizîşkî jî di dema xwe de û bi bandor nayê kirin, ew nexwaşî kujer dibe.