Mijdar 01, 2021 13:33 Asia/Tehran
  • 65 terorîstên DAIŞê xwe radestî hêzên Talîban kirin

Li parêzgeha Nengerharê ya li rojhilatê Efxanistanê, herî kêm 65 terorîstên DAIŞê xwe radestî rayedarên koma Talîbanê kirine.

Parêzgarê Nengeharê di daxuyaniyekê de ragihand, terorîstên DAIŞê yên xwe radest kirine, poşmaniya xwe ji ber kiryarên xwe yên berê kirine, nîşan dane.

Li gorî parêzgarê Nengerharê, çekdarên DAIŞê piştî navbênkariya rûspiyên eşîrên herêmê, li herêmên "Kot" û "Bati Kot" xwe radest kirin.

Li gorî heman çavkaniyan, ew çekdar bi mercê ku sîstema giştî binpê nekin, hatine efûkirin.

Berî du hefteyan jî, Talîbanê destserkirina "walîyê DAIŞê" li parêzgeha Nangarharê ragihandibû.

Piştî ku Koma Talîbanê dest danî ser Kabulê di navîna meha Tebaxa bûrî û girtî azad kirin, bi sedan çekdarên DAIŞê berê xwe dan wîlayeta Nengeharê.

Serepeyv