Mijdar 01, 2021 12:24 Asia/Tehran
  • Li Brezîlyayê şikeftek hilweşiya 9 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajarê Altinopolis ê Brezîlyayê tîmên agirkujên sivîl ên di şikeftekî de perwerde didîtin, şikeft bi ser wan de hilşweşiya û 9 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor çapemeniya Brezilyayê ragehandiye, li bajarê Altinopolis ê ser bi eyaleta Sao Paulo, 28 kesên tîmên agirkuj di şikeftekê de perwerde didîtin û ji ber ku şikeft hilweşiya 10 kes di bin xirbeyan de man û ji wan 9 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.

Hat ragehandin 6 kesên din jî bi sivikî birîndar bûne, lê ew piştî kontrolên pizîşkî ji malê re hatine şandin, lê kesekî giran birîndar di nexwaşxanê de tê derman kirin.

Hat ragehandin, bi armanca perwerdê 28 kesên tîmên agirkujên sivîl ji bo şeva xwe li şikeftê derbas bikin li wê derê bûne û dema ku ew di şikeftê de bûne bûyer qewmiye.

Serepeyv