Cotmeh 29, 2021 20:05 Asia/Tehran
  •  Sibê li Romayê civîna G20 tê lidarxistin

Sibê li Îtalya civîna serokên dewlet û hikumetên G20 dest pê dike. Ji dema belavbûna vîrusa Koronayê de, ev cara yekemîn e ku civîna rû bi rû tê lidarxistin.

Serokên dewlet û hikumetên welatên vexwendî, her wiha nûnerên hin aliyên navneteweyî û rêxistinên herêmî sibê beşdarî civîna G20 dibin. Serokê Amerîkayê Joe Biden jî tev li civînê dibe, lê serokên Çîn û Rûsya beşdar nabin.

Roja sêşemê, Kremlînê gotibû ku niyeta serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn tuneye ku beşdarî civîna G20 a li Romayê ya dawiyê vê mehê tê lidarxistin, bibe.

Lê Nivîsgeha Ragihandinê ya Kremlînê daxuyaniyek da û got, “Serok Pûtîn bi riya online dê beşdarî civîna G20 bibe ku dê bi serokatiya Îtalyayê li Romayê di 30,31`ê Cotmehê de were lidarxistin.”

Civîna salane ya G20 dê şeva Kongraya NY`yî ya têkildarî guhertina avhewayê bê lidarxistin, ku dê roja yekşemê li Glasgow ya Brîtanyayê were lidarxistin.

Di civîna du rojan a bi serokatiya serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi, dê mijarên siyasî, rewşa mirovî, helwsta jeo-polîtîk li Efganistanê jî werin nîqaşkirin.

Di salên dawîn de, di navbera serok û rêberên welatên komê de dûrbûn û valahiyeke mezin çêbû, Waşîngton û Pekîn hema bêje têkiliyên wan qut bûne, di pêwendiyên welatên Rojavayê û Rûsyayê jî aloziyên berbiçav çêbûne, ji wê zêdetir gefa Enqere ya vê dawiyê ya qewitandina balyozên 10 welatan ku 4 ji wan dewletên G20 in jî mijareke din a aloziya navbera van welatan e, ji ber van meselan serokwezîrê Îtalyayê, Erdogan  “dîktator” da nasandin.

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyibp Erdogan ku ji gefa dersînorkirina balyozên 10 dewletan vegeriya, hêvî kir ku di hevdîtina li Glasgow de serokê Amerîkayê Joe Biden bibîne.

Şêwirmendê Biden ê ewlehiya neteweyî Jake Sullivan jî got, “Ez pêşbîn dikim ku Biden li Glasgow serokê Tirkiyê bibîne.”

Serepeyv