Cotmeh 29, 2021 17:17 Asia/Tehran
  • Koşka Spî: Wê Biden û Erdogan li Glasgowê bicivin

Şêwirmendê ewlekarîya neteweyî yê Koşka Spî Jake Sullivan dîyar kir ku Serokê Amerîka Joe Biden çaverê dike ku hefteya bê li Glasgowê, di dema hilcivîna jîngehê ya NY de bi serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re hevdîtinekê bike.

Hevdem, Sullivan destnîşan kir ku " ez nikarim piştrast bikim ku çi diqewme, lê bo niha ew bendewarîya heye ku ev hevdîtin pêk were."

Erdogan jî hevdîtina bi Biden re piştrast kiribû û her wiha gotibû ku “îhtîmaleke mezin e ku emê li şûna Romayê li Glasgowê hevdu bibînin.

Heke civîna li Glasgow pêk were, piştî ku Biden wek serok hat hilbijartin wê bibe ya dudya.

Her wiha, civîn di demekê pêk tê ku Waşîngtonê hevalbendê xwe ya NATOyê, Tirkiye di 2019an de jiber kirîna sîstema berevanî ya Rûsî ji bernama firokên şerker yên F-35 derxistibû.

Amerîka dibêje ku sîstema S-400 ya Rûsî jibo sîstema beravanîya NATO gefeke mezin e.

Enqere jî ji hîngê ve heta niha hewil dide ku 1.4 mîlyar dolarên ku dabû wê bernama çêkirina firokên F-35 paşde vegerîne.

Serepeyv