Cotmeh 22, 2021 10:36 Asia/Tehran
  • Tekeziya Rûsiyê ser pêwîstiya çareserkirina nakokiyên Têhran û Bakûyê

Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê tevî tekeziya li ser pêwîstiya çareserkirina nakokiyên Têhran û Bakûyê bi riya dîplomatîk û siyasî va, got: Li navçeya Qefqaza Başûr berjewendiyên hemî welatan ji wan Îranê divê were dabînkirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Mariya Zaxarova, Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê roja Pêncşemiyê di civînekê da tevî amajeya bi gotinên dawî yên Celîl Celalîfer endamê destyea Rêveberiyê ya Odeya hevpar a Bazirganiya Îran û Rûsiyê derbarê astengîderxistina Komara Azerbaycanê li dijî danûstandinên ticarî navbera du welatan da, got: Em hertim kêmbûna kêşeyê di sînorên Komara Azerbaycan û Îranê pêşniyar dikin û em ji aliyê xwe va hewil didin ku hemî riyên aborî li Qefqaza Başûr vekin û di vî warî da divê berjewendiyên hemî welatên navçeyê ji wan Îranê bên dabînkirin.

Vê dîplomata ûris derbarê gotûbêjên Başûrê Qefqazê di çarçova pêşniyarî ya Koma 3+3 û astengiyên ser riya wê, got: Ev çarçove Komara Azerbaycan, Ermenistan û Gurcistanê ji aliyekî va û Îran, Rûsiye û Tirkiyê ji aliyê din va digire ber xwe.

Serepeyv