Qayîxa koçberên ku dixwestin ji Kolombiyayê ve derbasî Panamayê bibin noqî avê bû
Koçberên ku xwestin bi riya çem ji Kolombiyayê ve derbasî Panamayê bibin, ji ber qayîxa wan noqî avê bû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan ku yek ji wan pitikek bû.
Li gor nûçeya çapemeniya Kolombiyayê li bajarokê Necocli yê ser bi herêma rêveberiya Antioquia qayîxeke koçberan di çem de noqî avê bûye.
Rayedaran ragehand di bûyerê de 4 kesan di avê de fetisîne ku yek ji wan pitik bû û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî hîn berdewam dikin.
Li gor gotina şahidên bûyerê zêdetirî quweta qayîxê kes lê siwar bûn û ji ber wê bûyer pêkhatiye.
Berpirsê ofîsa Ombudsman a Kolombiyayê Carlos Camargo jî ragehand, bi qayîxên ne qahîm ve bi awayê qaçax ew koçberên ku dixwazin çem derbas bikin jiyana xwe davêjin metirsiyê.
Wî herwiha got: Em ji bûyerê gelek xemgîn in, hêvîdarim rayedarên netewî û xwecihî zêdetir giringî bidin rewşa mirovan.