Cotmeh 13, 2021 17:23 Asia/Tehran
  • 3 kesên ku ji ber lêketina Trenê li Fransayê jiyana xwe ji desdabûn penaber bûn

Duh danê sibehê li başûrê rojavayê Fransayê 3 kesên ku trenê li wan da, jiyana xwe ji dest dan, kesek jî bi giranî birîndar bû, ev sê kes penaber bûn.  

Serok Şaredarê Ciboure ya Fransayê Eneko Aldana-Douat duh ragehand; Îro serê sibehê de 3 kesên ku trenê li wan dabû jiyana xwe ji dest dane û kesek jî bi giranî birîndar bû û ew kesane hemû koçber û penaberên li ser riya hesinî îstirehet dikirin ew bûne.

Wî herwaha ragehand, di bûyerê de 3 kes mirine û kesek jî giran birîndar bûye.

Şîrketa rêyên hesin a Fransayê SNCF jî ragehand, wê trenê di navbera Fransa û Îspanyayê de sefera Hendaye û Bordeauxê dê pêkanîba û ew bûyer pêkhatiye.

Serepeyv