Ji ber ketina balafira leşkerî li Bolîvyayê 6 kes mirin
Li Bolîvyayê balafira leşkerî ya ku xebatkarên tenduristiyê tê da bûn, kat û di encamê de 6 kes mirin.
Hêza Asmanî ya Bolîvyayê (FAB) di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de ragihand, balafirek ku ji bajarê Riberaltayê yê li bakurê wî welatî rabûbû ji bo gihandina koma xebatkarên tenduristiyê bo firîna bazirganiyê ya li bajarê Cobijayê, kete erdê û gişt lêniştiyên wê can dan.
Hat diyarkirin, balafira ji cureya Cesna C-206 piştî ku rabû û bîstek şûn de ket, pîlot û alîkarê pîlot û her wiha 4 karmendên tenduristiyê yên tê de canê xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de peyama serxweşiyê ji xizmên kesên mirin re hat dayîn û wiha hat gotin, “Lijneya Lêpirsîna Qezayên Hewageriyê ya Hêza Asîmanî ya Bolîvyayê ji bo diyarkirina sedema vê qezaya nexweş lêpirsînên pêwîst didomîne.”