Cotmeh 10, 2021 13:17 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Avusturyayê dest ji kar berda

Serokwezîrê Otrîşê (Avusturyayê) Sebastiyan Kurz(Kurts) bi sedema lêpirsîna gendeliyê di derbarê wî de hatiye kirin, dest ji posta xwe ya serokwezîrtiyê berda.

Serokwezîrê Otrîşê Sebastiyan Kurz ku di heman demê de serokê Partiya Gel a vî welatî ye, di civîneke rojnamevanî de ragihand ku hevpeymana wan Partiya Kesk naxwaze pê re wê hevpeymaniyê dewam bike, lê ji ber corona, rewşa aboriyê û ji bo biryarên hatine dayîn bên cîbicîkirin, pêwîstiya wî welatî bi îstîqrarê heye.

Sebastiyan Kurz diyar kir ku, li dûv helwesta Partiya Keskan, wî ji rêveberiya partiya xwe xwest ku karê xwe bidomînin û Wezîrê Derve Alexander Schallenberg, ji bo postê Serokwezîr pêşniyar kir.

Kurz anî ziman ku Schallenberg siyasetvanekî girîng e û ew bi xwe, dê li ser erka xwe ya serokatiya partiyê û serokatiya meclisê berdewam be.

Serokê Partiya Keskan Werner Kogler jî duh ragihandibû ku naxwazin bi Kurz re hevpeymaniya xwe berdewam bikin û daxwaz ji rêveberiya Partiya Gel a Otrîşê kiribû ku divî ew berpirsyariyan bigirin ser xwe û ji bo serokwezîrtiyê kesek din pêşniyar bikin.

Dozgeriya Otrîşê jî daxuyaniyek weşand û tê de tekez kir ku li ser gendeliyê serokwezîr, nivîsgeha wî hat sekirin û vekolandin.

Bi vî awayî, Serokwezîra Avusturyayê, tevî neh kes û sê rêxistinên din, ji ber sûcên cûrbecûr di ber teqîbat û şopandina dadwerî de ne.

Avahiya Wezareta Darayî ya Avusturyayê û Nivîsgeha Serokwezîriyê di nav wan deveran de bûn ku di ber lêpirsîna dadrêsî de ne.

Serepeyv