Cotmeh 09, 2021 09:40 Asia/Tehran
  • DAIŞê berpirsiyariya êrîşa li ser mizgefta şîeyan li Efxanistanê hilda ser xwe

Koma terorîst a DAIŞê îniyê bi şev bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrîşa terorîstî li ser mizzgefta şîeyan li parêzgeha Qondûza Efxanistanê girte ser xwe.

Li gorî rapora IRNAyê, xwekujekî nîvroya îniyê xwe li nav nimêjkaran li mizgefta Seyid Abadê li navçeya Xan Abada parêzgeha Qondûzê teqand.

Di enccama vê teqînê da herî kêm 50 nimêjkar şehîd û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Seîd Xetîbzade berdevkê Wezareta derve ya Îranê êvara Îniyê tevî şermezarkirina vê êrîşa terorîstî destnîşan kir: Kiryarên terorîstî di her şiklekî da û ji aliyê her kesî va şermezarkirî ye.

 

Serepeyv