Cotmeh 07, 2021 16:57 Asia/Tehran
  • Li Kamerunê di êrîşeke Boko Haram de 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dan

Li navçeya Mayo Moskota ya dikeve sînorê Kamerun û Nîjeryayê, ji aliyê rêxistina terorîst a Boko Haram ve êrîşek pêkhat û di encamê de 5 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Li gor nûçeya di çapemeniya Kamerun de cîh girtiye, endamên rêxistina Boko Haramê li gundê Assigachia ya ser bi navçeya Mayo Moskota êrîş pêkanîn û di encama êrîşê de 5 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 3 kesên sivîl jî bi giranî birîndar bûn.

Li Nîjeryayê ji salên 2000ê ve heta naha rêxistina Boko Haram çalak e û ji sala 2009ê ve bi çalakiyên tundiyê yên girseyî ve bûye sedem herî kêm zêdetirî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest bidin û bi sedan kes jî koç bikin.

Rêxistina Boko Haram piştî sala 2015ê ve li welatên cîran ên wek Kamerun, Çad û Nîjer jî êrîş dan destpê kirin.

Serepeyv