Cotmeh 05, 2021 19:36 Asia/Tehran
  • Serokomarê Azerbaycanê Înkar dike ku Rejîma Siyonîst li welatê wî de ye

Serokomarê Azerbaycanê rola Bakûyê di vekirina rê ji bo hatina Rejîma Siyonîst bo navçê Înkar dike.

Li gor Mehr Newsê, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev got: Bakû vê tawanbariyê napejirîne û ji kesên ku wê îdiayê dikin ku Îsraîl hatiye nav Komara Azerbaycanê dixwaze wê îspat bike!

Serokomarê Azerbaycanê tekez kir ku tê gotin ku Bakûyê deriyê xwe li ser Îsraîlê vekiriye da ku piyê wê bikeve herêmê. Wan îsraîlê li kuderê Azerbaycan dîtin? Li vir îsraîliyek jî tune.

Aliyev got ku tu delîl tune ku Îsraîl li Komara Azerbaycanê ye.

Berî niha jî medyaya herêmî, di nav wan de hin dezgehên ragihandinê yên Komara Azerbaycanê, qala îmzekirina nehênî ya peymanên ewlehiyê di navbera Bakû û Rejîma Siyonîstî kiribûn.

Serepeyv